image

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbol a Tirkiyê bobelatên xwezayî dewam dikin. Şertên hewayê her diçe xerab dibin û li deryayê pêlên mezin çêdibin. Rayedar trafîka ser behrê betal kirin û li gelek deveran tekne û qeyîkên ser avê noqav bûn.

Li balafirgeha Îstenbolê bi sedema bayê Lodosê ku gelek dijware, Şîrketa Rêyên Hewayî ya Tirkiyê THY (Turkish Airlines) 56 seferên xwe yên çûn û hatinê betal kir. Bobelatên xwezayî îşev seet ji 20.00ê êvarê heya sibê seet 15.00ê piştî nîvroj wê dewam bike.

Rayedar hişyariyê didin hemwelatiyan da li gor hişyariya wan tevbigerin. Wê leza bayê di seetê de bigihê haye 90 km yan.