image

PeyamaKurd-Li gorî daxuyaniya fermî ya Gerînendehiya Polîsan a Selahadînê, îro ji ber teqîna mîna ku ji aliyê DAIŞê ve hatiye çandin, şivanek bûye qurbanî. Hat ragihandin ku piştî teqînê, li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.

Li nahiyeya Makhulê ya başûrê bajarê Salahadînê yê Iraqê, ji ber ku mîna çandî teqiya, şivanekî canê xwe ji dest da. Gerînendehiya Polîsan a Selahadînê, bi daxuyaniyeke nivîskî ev bûyer ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nêzîkî Gundê Eyn el-Dibisê, beriya niha ji aliyê çekdarên DAIŞê ve mîn hatine çandin û di dema derbasbûna şivanekî de mîn teqiyaye.

Tevî ku 4 sal di ser qewirandina DAIŞê ya ji herêmê derbas bûne jî bi taybetî li bajarên Kerkuk, Diyala, Musul, Selahadîn û Enbarê, êrîşên bi vî rengî dewam dikin.