image

PeyamaKurd- Di agahiyên ku bi navbeynkariya medyaya Asyayê hatin dayîn de hat ragihandin ku li Bangladaşê keştiya ku ji bo pîrozkirina festîvalê diçû perestgehê, noqî avê bûye û bi dehan kes fetisîne, bi dehan kes jî wenda ne.

Li gorî nûçeyên hatin parvekirin, li herêma Pançagarhê di çemê Karatoyayê de keştî noqî avê bûye û di encamê de 23 kes fetisîne û herî kêm 30 kes jî wenda bûne.

Di agahiyên ku ji aliyê rayedaran ve hatin parvekirin de hat ragihandin ku di keştiyê de jin û zarok jî di nav de bi qasî 70 kes hebûne.

Di dewama agahiyan de hat eşkerekirin ku keştî di nîve Karatoyayê ketiye bin avê û piştî bihîstina bûyerê, xebatên lêgerîn û rizgarkirina qurbaniyan hatiye destpêkirin.

Li gorî hin nûçeyên ku li ser malperên wî welatî hatin belavkirin jî nêzîkî 70 kes hatine rizgarkirin.