image

PeyamaKurd – Li başûrê İraqê li bajarê Basrayê li devera Garmayê 3 sal berê di navbera eşîretên Elbû Hamdan û Battût de pirsgirêk çêbûbûn û heman dawe îro car din wergeriya şerê çekdarî. Her dû eşîret di şer de bi sîlihên giran lihev xistin û şerê wan 5 siet dewam kir. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û ji 10 î zêdetir kes birîndar bûn.

Fermandariya operasyonên Basrayê ragihand ku ji bo şer rawestîne û kesên bûne sedema şer tesbît bike dronan bikartîne.

Devera Garmayê gelek caran dibe ciyê pevçûnên nav eşîretan.