PeyamaKurd- Li paytexta Fransayê Parîsê, bazara xurekan a ku wekî bazara herî mezin a cîhanê tê zanîn, ji ber sedemeke ku hîn nehatiye diyarkirin, agir vêket. Heta niha di derbarê wendahiyên malî û canî de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Fransayê de hatin belavkirin, li bazara xurekan a herî mezin a cîhanê ku li Parîsê ye, agirek vêketiye û agirê ku vêketiye, piraniya bazarê daye ber alavên xwe.
Bazara bi navê Rungis International a ku ji bo herêmê xurekên teze belav dikir, ji ber sedemeke ne diyar dişewite. Ji aliyê rayedaran ve hat ragihandin ku li cihê bûyerê, xebatên vemirandina êgir dewam dikin lê belê heta niha di derbarê encama vî agirê mezin de ziyanên bi çi rengî hene, nehatine parvekirin.
Hat zanîn ku li bazara ku ji 12 hezar kesan zêdetir xebatkarên wê hebûn, rayedar ji bo ewlehiyê xelkê dûr digirin û hat ragihandin ku ji bo zelalkirina sedema derketina êgir, dê xebat bên meşandin.