image

PeyamaKurd – Li welatê Ekvadorê yê Amerîkaya Başûr bi lerza 6,8an erdhejek pêk hat.

Li gorî saeta herêmî di saet 12:12an de 6 kîlometre bakurê rojhilatê Balao ya Ekvadorê erdhejeke bi mezinahiya 6,8an pêk hat.

Li gorî agahiyên destpêkê di erdhejê de 13 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Hat destnîşankirin ku di erdheja ku li Perûyê jî hat hîskirin de gelek avahî, dibistan û nexweşxane zerar dîtin.

Li gor agahiya ku ji Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) hat hildan, erdhej 65,7 kîlometre di bin erdê de pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya Serokatiyê ragihand, di erdhejê de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyanîya ku ji teref Sekreterîya Rêvebirîya Rîskê ve hat dayîn de hat ragihandin, piranîya mirinan li eyaleta El Oro ya li ser sînorê Peruyê qewimîne û 126 kes jî birîndar bûne.

Di erdhejê de heta niha 17 dibistan, 31 navendên tenduristiyê û 50 avahî zerar dîtine, 7 avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Hat destnîşankirin, li Cuenca, Machala û Guayaquil hin avahî hilweşiyane û dibe ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.