image

PeyamaKurd Li Elmadaga Enqereyê li Kargeha Roket û Teqînan a Barutsan a Saziya Makîne û Pîşesaziya Kîmyewî (MKE) teqînek pêk hat.

Di saetên sibehê de li Kargeha Roket û Teqînan a MKE Barutsan a Enqereyê dengê teqînê hat bihîstin û dûman bilind bû.

Pişt re ekîbên agirkujiyê û ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di daxuyaniya MSBê ya têkildarî teqînê de hat ragihandin ku di bûyerê de 5 karkeran can dane.

Fabrîqe ji bo hewcedariya roket û teqemeniyê ya Wezareta Parastina Neteweyî û Wezareta Karên Navxweyî peyda bike dixebite.

Li kargehê jî testên teqîn, germahî û avêtina dînamîk ên sotemeniya roket û barûtê tên kirin.