
PeyamaKurd – Li navçeya Hassa ya Hatayê di saet 08.01an de bi lerza 3,9an erdhejek pêk hat. Erdhej li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.
Li gorî agahiyên li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) erdhejeke bi lerza 3,9an ku navenda wê Hassaya navçeya Hatayê ye çêbû.
Kûrahiya erdheja ku di saet 08.01an de pêk hat weke 10.34 kîlometreyî hat diyarkirin. Erdhej li Osmaniye û parêzgehên derdorê jî hat hîskirin.