image

PeyamaKurd – Li bakurê parêzgeha Idlibê, koma Ebû Bekir Sidîq êrîşî wesayitên zirxpoş ên artêşa Tirkiyê kir û di encamê de, 4 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 leşker û 6 çekdar jî birîndar bûn.

Karwaneke artêşa Tirkiyê li bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hat armanc kirin û li gor zanyariyan, di encamê de 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 5 serbazên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn, di dema derbasbûna karwaneke serbazî yê hêzên Tirkiyê li ser rêya navbera Kêfreya û Meret Misrîn li Bakurê Idlibê, bombeyek hat teqandin.

Li gorî medya nêzîkî Opozisyona Sûriyê, karwaneke artêşa Tirkiyê li ser rêya bajarokê Miaere Sirrîn yê Idlibê hatiye armanckirin û di encama wê teqînê de, 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin û 10 serbaz û 6 çekdarên Grûpa Feyleq el-Şam ku erkê wan parastina dewrî û hêzên Artêşa Tirkiyê ye li parêzgeha Idlibê, birîndar bûn.

Herwiha di encama teqînê de, hejmareke otomobîlên serbazî yên Tirkiyê hatin jinavbirin.

Koma bi navê Siriyet Ebû Bekir Sidîq, berpirsyaretiya xwe di vê êrîşê de ragihand. Helîkopter û balafirên Tirkiyê, li asmanê navçeyê difiriyan ji bo kesên birîndar veguhêzin Tirkiyê.