.jpg)
PeyamaKurd – Li Îranê li payîtext Tehranê di wexta ku cîgirê wezîrê sanayî, maden û bazirganiyê Muhammed Mehdî Beradaran diçû mala xwe, ji aliyê kes û an kesên ku heya niha nasnameya wan diyar nêbûye hat lêdan. Li gor ragihandina Eghtesadonline bi cismên sert li serî û bedena wî xistine.
Beradaran li ciyê bûyerê xeriqiye wî bi ambûlansê birine nexweşxanê. Heya niha êrîşker kî ne, nayê zanîn.