image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina polîsê Kabîl a Afxanistanê, di êrîşa xwekujî de 7 kes hatin kuştin ku yek ji wan xwekujer bi xwe ye. Gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kujer ji aliyê hêzên asayîşê de hatiye kuştin. Berdevkê polîs Xalid Xinhua rûdanê weha ragihandiye:

“Êrîşker xwe nêzî noqta kontrolê ya ser rêya ku diçe wezareta karên derve ya li devera Malik Asgharê dike û hêzên asayîşê tesbîta wî dikin û lê dixin dikujin. Lê bi kuştinê re bomba serê înfîlaq dike û di encamê de 6 sîvîl tên kuştin. Gelek kes birîndar dibin ku di nav wan de 3 kesên ji hêzên asayîşê hene. Bûyer li dora siet 14.00an de çêbûye û di mijarê de me lêpirsîn daye destpêkirin.”

Medya Afxanistanê behsa birîndariya 12 kesan dike.