image

PeyamaKurd- Bajarekî ku lê pandemî herî zêdeye bajarê Konyayê ye.  3 zankoyên bajêr biryarê dan ku di demsala payîzê de, ji dûr de perwerdeya xwendekaran bikin. Sê zanko; Zanko ya  Konya Selçukê, Zanko ya Necmettin Erbakan û Zanko ya Teknîkî ya Konyayê ne. Her sê zanko yên dewletê ne û peyama biryara xwe hevpar dan. Di peyamê de hat ragihandin ku demekî dirêje li ser biryara perwerdê difikirin û gotin ku dê talûka pandemiyê demekî dinê jî li bajêr dewam bike. Biryara 3 zankoyan bi kurtî weha ye:

“Îro li bajarê Konyayê rewşa pandemiyê, Konya yek ji wan bajaraye ku herî zêde Kovid-19 lê heye. Çûnûhatina xwendevanan, razan û xwarin û vexwarin bi sedema ku dê qelebalix be, dibe sedema belavbûna nexweşînê. Di pêşiya me de talûka grîbê jî heye. Xebatkarên me yên îdarê bi awayekî firk dixebitin lewra dibe ku têra xizmeta xwendina rû bi rû nekin.

Lewra me biryarê da da xwendevanên me nekevin talûkê da malbatên wan jî perîşan nebin, xebatkarên me yên îdarê û temamê xebatkarên akademik bi xwendevanan re jiyana wan nekeve talûkê. Di demsala xwendina payîzê de, temamên dersên me yên lîsansê, lisansa bilind û yên doktorayê wê ji dûr de bênkirin.”