
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Kosovayê Xhelal Sveçla ragihand ku li Kosovayê li bajarê Mitroviçayê ku piraniya xelkê wê derê Sirp in, kesên bi maske bi bombeyên dengî êrîşê wezîfedarên hilbijartina şaredariyê û polîsan kirine. Her weha dengê sîlihan hatiye.
Li bakûrê Kosovayê li ser îstîfa 4 şaredarên belediye wê li wan bajaran di 18 ê berfanbarê de hilbijartina şaredariyê bibe û car din li wan deran gengeşe zêde bûne. Li ser bûyerê hêzên Yekîtiya Awrûpayê yên bi ser misyona EULEX ê, li ser pira İberê ku başûr û bakûrê bajarê Zveçanê bi hev re girê dide hêzên xwe zêde kirine.
Wezîrê karên hundir Sveçla bertekê nîşanî bûyeran da weha dewam kir:
“Kesên bi maske, bi bombeyên dengî êrîşê wezîfedarên hilbijartina şaredariyan û polîsan kirine, sîlihan berra hewa dane. Polîsê Kosovayê dest bi tesbîta kesên ku tevlî bûyeran bûne kir da wan teslîmê edaletê bike. Wê polîs wezîfa xwe ya temîna asayîşê û serdestiya hûqûqê dewam bike.”