image

PeyamaKurd – Serwîsa Federal ya Ewlehiyê ya Rûsyayê FSB bi komita Belarûsê ya Ewlehiyê re li Moskovayê operasyon lidarxist, hinek kesan girtin ku xwestine sûîkastê li serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bikin. FSB ragihand ku bi KGB ê re oeprasyonekî hevpar kirine û di nav wan de kesên hemwelatiyên du dewletane Yuriy Zyankoviç û hemwelatiyê Belarûsê Aleksandr Feduta jî girtine. Di beyanê de weh ahat gotin:

“Kesên hatine girtin bi neteweperestên Belarûsî û Ûkraynayî re senaryoya şoreşa rengîn çêkirine û xwestine li Lukaşenko derbê bikin.”

Hevdîtinên wan li ser sohbeteka bi dizî ku di nav xwe de li ser medya civakî kirine deketiye holê û piştî Zyankoviç bi Amerîka û Polonyayê re şêwra xwe kirine, li Moskovayê li xwaringehekî hev dîtine.