image

PeyamaKurd – Li payîtexta Pakistanê li Îslamabadê li ciyê bazarê agir bi dukkanan ket û di encamê de 150 dukkan şewitîn û bûn weka terrafê. Tîmên rizgarkirinê ragihandine ku di encamê de kes nemiriye.

Dukkanên ku şewitîne piraniya wan dukkanên xaliyane an yên eşyayên ku desta dûyê difroşin. Wezîrê karên hundir yê Pakistanê Rana Sanaullah şewatê ji nêz de şopand û temamê tîman şandi ciyê bazarê. Rêvebirê polîsê bajêr mijarê weha ragihand:

“Sedema şewayê hêj zelal nebûye. Kes nemiriye. Hêzên rizgarkirinê yên Îslamabadê û Rawampindiyê ji bo agir bixin bin kontrola xwe, xebatên xwe dewam dikin.”

Di heman bazarê de ev gelek caraye ku şewat dertê û xesarên maddî çêdibin.