PeyamaKurd- Di daxuyaniya hevpar a Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê de hat ragihandin ku li Qerebaxê di encama teqîna mayîneke ku ji aliyê hêzên neqanûnî yên Ermenîstanê ve hatibû danîn, 4 polîsên Azerbaycanê jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniya hevpar Serdozgeriya Komarê ya Azerbaycanê û Wezareta Karên Navxweyî û Serwîsa Ewlehiyê ya Dewletê de hat destnîşankirin ku kamyona Ajansa Dewletê ya Rêyên Otomobîlan a Azerbaycanê (Azerotoyol) di 58emîn kîlometira madenê re derbas dibû, di ser otobana Ahmetbeylî-Fuzûlî-Şûşa li parêzgeha Hocaventê re derbas bûye û teqîn çêbûye.
Hat diyarkirin ku di teqîna ku li ser xaçerêyê pêk hat de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û wesayîta polîsan a ku çû cihê bûyerê di derdora seat 04:30’an de di ser mîneke din re derbas bû.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama teqîna mînekê de ji aliyê hêzên neyasayî yên Ermenîstanê ve 4 polîsan can dane û di derbarê bûyerê de ku wekî kiryareke terorîstî hatiye binavkirin lêkolîn hatiye destpêkirin.