image

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku di encama şewata kana komirê ya li herêma Kemerovo ya Rûsyayê de, 11 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê derbarê bûyerê de ragihandiye, li kana komirê ya li Kemerovo di kûrahiya 250 metreyan de şewat derket.

Hat eşkere kirin, ji ber wê şewatê dûkeleke zêde di kanê de kom bûye û 237 karker hatine derxistin, lê 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 45 kesên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê li nav kana komirê dewam dikin.

Bajarê Kemerovo li naverasta başûrê Rûsyayê ye û berî niha di sala 2018ê de jî li navenda firoşgehekê de şewat derketibû û 64 kes miribûn di encamê de.