image

PeyamaKurd – Li gorî dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin, li ser sînorên Kosova û Sirbistanê dengê teqîn û pevçûnan tê.

Çavkaniyên herêmê ragihandine ku herwiha dengê sîrenên êrîşên asmanî jî bilind dibe.

Li gorî zanyariyên belav bûne li seranserê sînorê herdu welatên ji Yogoslavyaya berê cuda bûne dewam dikin.

Serokomarê Sirbistanê jî ragihandiye ku artêşa Kosovayê plan dike îşev êrîşî welatê wan bike. Li aliyê din medya Rûsî jî ragihandiye ku wê Kosava êrîş bike.

Sirbistan wek tekane piştevana Rûsya li nav erda Ewropayê tê naskirin ku di şerê Ukrayna de jî piştgiriyê dide Rûsyayê û beşdarî dorpêçan nebûye.