
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku duh 25ê Gulanê li Kolana Vîdînê ya Taxa Sîlîvrikapî ya Stenbolê agir bi xwaringeheke pîdeyan ketiye û 4 ciwanên Kurd ên li wê xwaringehê dixebitîn, ji ber dûxana şewatê can dane.
Li gorî zanyariyan, 4 ciwanêrn ximzên hev ji navçeya Kabala ya Mêrdînê yên bi navên; Mehmet Erboga, Beşîr Erboga, Mehmet Erboga û Abdulkadîr Erboga dema qata jor a xwaringehê razayîbûn, şewat çêbûye.
Hat zanîn ku di encama şewatê de, ji ber dûxanê her çar ciwan ji ber gaza karbonmonoksîdê jehrî bûne û can dane.
Cenazeyên ciwanan ji bo karên otopsiyê rakirine morga nexweşxaneyê ku dê cenaze bo navçeya Artuklu ya Mêrdînê bên veguhestin û veşartin.