image

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) Serfermandar Patrick Ryder ragihand, baregeha ku leşkerên Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê tê de ne, bi 10 roketan êrîş ji aliyê komên ku Îranê piştgiriya wan dike hatine kirin, lê ti ziyanên canî çênebûne.

Herwiha komên ser bi Îranê ve do bi balafireke bêmirov li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê baregeha Amerîkayê ya li Dêrezorê hedef girtin û di encamê de personelekî Amerîkayê jiyana xwe ji dest da û 5 leşker û personelek jî birîndar bûn.

Berdevkê Pentagonê Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî û diyar kir, li gorî saeta herêmî di saet 08:05an de bi 10 roketan êrîş li dijî baregeha bi navê Green Village ya Amerîkayê ya li Dêrezorê hatiye kirin.

Heman komê her du êrîş kirin!

Ryder da zanîn, di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne, di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) de hat ragihandin, roket li maleke nêzî baregehê ketiye û 2 jin û 2 zarok bi sivikî birîndar bûne.

Berdevk îdia kir, koma ku her du êrîş pêk anîne yek in.

Piştî êrîşa li ser baregeha Hesekê, Amerîka bi êrîşên esmanî li du navendên Sûriyê yên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê xist.