image

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya rojnameya AGOS a bi zimanê Tirkî û Ermenkî weşanê dike, ji damezrandina Komara Tirkiye ve cara yekem ji nav civaka Ermen kesek wek qeymeqam hatiye tayînkirin.

Hat ragihandin ku Berk Acar ê 27 salî ku di ezmûnên nivîskî û devkî yên qeymeqamtiyê de, bi ser ketiye, bi fermî wekî Qeymeqamê navçeya Babadag a bajarê Denizliyê hatiye tayînkirin.

Hat zanîn ku Berk Acar, ji dibistinên Ermen ên Stenbolê mezûn bûye û piştre jî perwerdeya bilind di beşa hiqûqê de, li Zanîngeha Bilgîyê wergirtiye û bûye parêzer.

Acar, piştî ku di ezmûnên qeymeqamtiyê de bi ser ketiye, karê xwe yê parêzeriyê berdaye û cara yekem di dîroka Komara Tirkiye de bi fermî wekî welatiyekî Ermen bûye qeymeqam.