image

PeyamaKurd – Li Tirkiyê, bi beşdariya 200 endamên Hewalgirtiya Tirkiyê, 7ê Cotmehê operasyonek nehênî hat encamdan û di encamê de, 15 sîxurên Mossadê hatin girtin.

Li gor rojnameya Sabah a nêzî hikûmeta Tirkiyê ragihandiye, her 15 sîxurê Mossadê ji salekê ve dihatin şopandin. Hemû sîxurên hatine girtin, bi eslê xwe Ereb in.

Herwiha hatiye diyarkirin, wê tîma sîxuran zanyarî li ser welatiyên Tirkiyê, xwendekarên biyanî, sazî û rêxistinên li Tirkiyê kom dikirin. Herwiha zanyarî li ser wê yekê kom dikirin ku Tirkiye çawa alîkariya Filistîniyan dike.

Berî çend rojan jî li Stenbol û Antalyayê, 6 welatiyên Rûs û Ozbekî bi sixurîkirina ji bo Rûsya hatibûn girtin.

Roja 13ê Cotmehê jî li bajarê Wanê 2 jê Îranî, 8 sîxurên Îranê ji aliyê Hewalgiriya Tirkiyê ve hatibûn girtin.

Heta niha dezgehên fermî yên Tirkiyê girtina 15 sîxurên Mossadê bi fermî ranegihandine.