image

PeyamaKurd-Biryara Serokomarê Tunusê ya ku dê parlementoyê bigire, rastî nerazîbûnan hat. Hat ragihandin ku bi hezaran kes daketin kolanan û li dijî vê biryarê çalakiyên nerazîbûnê li dar xistin.

Serokomarê Tunusê Qeys Seîd, bi biryarnameya awarte ya 25ê Tîrmeha 2021an, pêvajoya girtina parlementoyê dabû destpêkirin. Bangewaziya li dijî vê biryarê, ji aliyê Rêxistina Welatiyan a li Hember Derbeyê ve hat kirin. Li ser vê bangewaziyê, bi hezar kes li ber şanoya şaredariya bajêr, çalakî li dar xistin. Xwepêşandêran bi dirûşimên; “Tiştê ku tu naxwazî gel dixwaze” “Dawiya derbeyê hat” “Ji cudakirina gel re na” Qeys Seîd protesto kir.

Hat ragihandin ku şêwirmendê berê yê Qeys Seîd jî tevlî çalakiyan bûye û daye zanîn ku ew ji bo lihemberderketina ji rêya rast, li wê qadê civiyane.