image

PeyamaKurd-Li Tûnûsê, bi daxwaza ku partiyên muxalefetê werin girtin, xwepêşandanek çêbû. Hat ragihandin ku xwepêşandan, ji aliyê alîgirên Serokomarê Tunusê Qeys Seîd ve ji bo piştgiriya biryarên wî çêbûye.

Xwepêşandêran di banga xwe de diyar kir ku ew piştgiriya Serokomarê Tûnûsê, Qeys Seîd a hewila nivîsandina makezagona nû dikin ku pêşî li rexneyên ‘rejîma yekzilamiyê’ digire. Di xwepêşandanê de dirûşimên ku muxalefet cudakariyê dike hatin gotin û endamên partiyên muxalefetê wekî ‘xayîn’ hatin pênasekirin. Daxwaza xwepêşandêran ne tenê girtina partiyên muxalefetê bû, her wiha girtin û darizandina rêberên van partiyan jî hat kirin.

Qeys Saîd ê ku par hemû erkên parlementoyê betal kiribû û hemû erkan bi biryara xwe ve girêdabû, daxuyandibû ku ew ê welêt bi biryarnameyan bi rê ve bibe.