image

PeyamaKurd- Li gorî encamên destpêkê, rêjeya beşdariya li hilbijartinên pêşwext ên parlamento û meclîsên herêmî yên Kazakîstanê ji % 54,19 bû û hat diyarkirin ku proseya hilbijartinê bi dawî bûye.

Di agahiyên ku hatin ragihandindin de hat diyarkirin ku li Kazakîstana ku proseya dengdanê qediya li gorî saeta herêmî saet 20:00an de hejimartina dengan dest pê kir.

Li gorî encamên destpêkê yên Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Kazakîstanê ya li ser rêjeya beşdariyê, rêjeya beşdarbûna dengdêran ji % 54,19 bû.

Li gorî vê yekê li welatê ku 12 milyon û 35 hezar û 578 hilbijêrên qeydkirî ne, ji van 6 milyon û 521 hezar û 860 kes çûne ser sindoqan.

Her wiha hat diyarkirin ku rêjeya herî kêm a li baskê jêrîn ê meclîsê, Meclîs û parlamenterên meclisên herêmî bi rêjeya ji % 25,82 li Almatayê û herî zêde jî li parêzgeha Qoserê ji %  67,21 pêk hat.

Tê payîn ku encamên dawî yên hilbijartinên ku li Kazakistanê tê de 7 partiyên siyasî û 525 namzetên serbixwe hevrikî kirine, di nav 10 rojan de werin eşkerekirin.