
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 24ê Îlonê Yekşemê, li bajarê Beledweyne yê Somaliyê bi qemyoneke bombebarkirî êrîşek li ser xaleke kontrolê de hat kirin.
Li gorî zanyariyan, di êrîşê de herî kêm 13 kes mirine û 40 kes jî birîndar bûne.
Hate diyarkirin ku êrîş li xala kontrolê ya nêzîkî cihê niştecihbûnê rû daye ku leşker û sivîl bûne qurbanî. 20 birîndarên giran jî ji bo dermankirinê bi balafiran veguhestine nexweşxaneyên Magadîşûyê.
Di teqînê de li herêmê gelek avahî hilweşiyan û metirsî heye hejmara miriyan zêdetir bibe.
Hêjayî gotinê ye, ev êrîş piştî operasyonên Hikûmeta Somalî ya li dijî rêxistina El-Şebab a girêdayî El-Qaîdeyê pêk hatiye, lê hîn ti aliyekî berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.