image

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê li Filistînê nûtirîn amara kuştiyên Kertê Xezzeyê parve kiriye.

Wezareta Tendirustiyê ya Xezzeyê di 3ê Berfembarê de, li Filistînê amareke nû ya kuştiyên Kertê Xezzeyê parve kir û tê de hat ragihand ku ji ber êrîşên Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê, hejmara kuştiyan gehiştiye 15523 kesan û heta niha 41316 kes jî birîndar bûne.

Şerê Israîl û Hemasê di 7ê Cotmeha borî de ser hilda û bû sedema kuştina zêdetirî 1400 Israîliyan û 15523 Filistiniyan li Xezzeyê ku piraniya kuştiyên Filistîniyan jin û zarok in. Ev di demekê de ye ku Israîlê soz daye Bizava Hemasê nahêle.

Doh jî Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di konfiransa yekê ya rojnamevanî de piştî bidawîhatina agirbesta heftrojî ya Xezzeyê ya mirovî ragehand, em dê berdewamiyê bidin operasiyonên bejahiyê ji ber ku bê operasiyonên bejahiyê em nikarin armancên şerî bi cih bînin.

Herwesa ew yek jî berçav kir, serbazên me di dema agirbestê de ji bo serkeftina dawiyê li ser Hemasê amadekariyên temam kirine.

Herwesa got, “Armanca berdewamiya şerê Xezzeyê bidawîanîna Hemasê û azadkirina tevaya revanidiyên Israîlî ye”.