PeyamaKurd- Ji aliyê Wezîra Karên Derve ya Lîbyayê Necla Menguş ve hat diyarkirin ku beşdarbûna Civîna Şêwirmendiya Wezîrên Karên Derve yên Ereban ku li paytext Trablusê hat lidarxistin, ne di asta ku tê xwestin de ye.
Necla Menguş, di civîneke çapemeniyê de got ku “Emîndariya Giştî ya Komkara Erebî, şertekî nedîtî îcad kir ku ne di rêzikname û yasaya Yekîtiyê de ye. Komara Ereban, ji 14 welatan xwest ku bi nivîskî piştrast bikin ku ew ê beşdarî civînê bibin. Vê rewşê hişt ku gelek welat ji bo beşdariyê dudil bibin."
Menguş destnîşan kir ku Yekîtî nêzî polîtîkaya welatekî Ereban e û wiha got:
"Li hember helwesta hin welatên ku beşdarî civînê nebûn, bergirên me hene. Ji ber ku van welatan hevkarî nekirine em matmayî man. Lê belê em hîn li Trablusê ne û me civîna şêwirê bi serkeftî pêk hanî."
Li ser mijarê hat diyarkirin ku 10 welat beşdarî Civîna Şêwirmendiya Wezîrên Karên Derve yên Ereban bûne ku li paytext Trablusê ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê ve hat lidarxistin.