image

PeyamaKurd – Civîna endamên Neteweyên Yekgirtî ya 193 dewletan li Amerîkayê li bajarê New Yorkê dewam dike. Berpirsê Îngîltere yê ji Rojhilata Navîn berpirs Lord Tarık Ahmed ragihand ku ku têkiliyên wan bi hukumeta Herêma Kurdistanê re gelek başe û dewam kir:

“Tişta pêdivî pê heye, yekîtiya nav hukumeta Herêma Kurdistanê û xwurtkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye.”

Civîna NY di 19ê Êlûnê de destpêkir û dê heya 26 ê Êlûnê dewam bike. Lord Tarık Ahmed, ji bo Rûdawê got:

“Di serê salê de min seredana Iraqê kir û bi serokwezîr Sûdanî re hevdîtin kir. Ez wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyn baş nasdikim. Ew hevalê min e. Têkiliyên me yên baş hene.

Heman tiştan ji bo hukumeta Herêma Kurdistanê dibêjim. Têkiliyên me gelek başin. Bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî têkiliyên me gelek başin. Wî baş nasdikim. Tişta pêdivî pê heye, yekîtiya nav hukumeta Herêma Kurdistanê û xwurtkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ye.

Bawer bikin weka dostê her dû terefan amade ne ku koordinasyona navbera her dû terefan; hukumeta Kurdistanê û Bexdayê hêsan bikin û xwurt bikin.”