image

PeyamaKurd – Li paytexta Lubnanê Beyrûdê dema xwepêşandana alîgirên "Hizbullah" û "Tevgera Amal" alozî derket û 4 kes hatin kuştin.

Dadgeha Temîzê ya Lubnanê gilînameya dawîn a li dijî Dadgerê Lêpirsînê yê Teqîna Bendera Beyrûdê dadwer Tariq El-Bîtar red kir. Bi wê yekê jî rê da ew karê xwe li ser lêpirsînê bidomîne.

Alîgirên “Hizbulla” û “Tevgera Emal” jî li devera Tayoneh kom bûn, da ku biçin li dijî Dadgerê Lêpirsîna Teqîna Beyrûdê, dadger Tariq Al-Bîtar xwe pêşan bidin, lê pevçûn û alozî derket.

Li gorî zanyariyan di encama alozî û pevçûnan de, herî kêm 4 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn ku dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.

Artêşa Lubnanê piştî pevçûna di navbera çekdaran li devera Tayouneh de, hêzên mezin şandin wê deverê û daxwaz ji sivîlan kir, li kolanan nemin û gefa armanckirina her çekdarên guleyan bavêjin xwar.

Hizbullah û Tevgera Amal jî bang li hemû alîgirên xwe kirin ku “aram bin û nekevin nav fitneyê.”

Serokomarê Lubnanê bi Serokwezîr, wezîrê Berevanî û Navxwe û Serfermandarê Artêşê re geşedanên rewşa ewlehiyê dişopîne ji bo rewşê aram bikin.