image

PeyamaKurd – Lutkeya koma G7an a welatên pêşketî ku li eyaleta Bavyera ya Almanyayê birêve çû, bidawî bû. Piştî lutkeyê serokên welatên endamên G7an wêneyekî hevpar girtin û biryarên di lutkeyê de hatine dayîn, bi daxuyaniyeke hevbeş hat eşkere kirin.

Di daxuyaniya encamnameya G7an de, hat ragihandin ku li dijî Rûsyayê rêgiriyên nû têne kirin û li dijî birçûbûn û krîza xurekê jî fondek hatiye pêkanîn.

 Di daxuyaniyê de, êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê ku wekî neyasayî hatin nasandin bi tundî hatin şermezarkirin û hat gotin ku fondeke bi qasî 4,5 milyar dolaran ji bo têkoşîna dijî birçîbûnê di asta cîhanê de hatiye pêkanîn.

Di encamnameyê de hatiye gotin ku di warê berhemên enerjî, teknolojiya nukleerî de jî biryar hatiye dayîn ku girêdayîna bi berhemên rûsî were kêmkirin û welatên din ên pêşketî ji yên din re ji bo dabînkirina berheman bibin alîkar.

Herwiha hatiye diyarkirin ku wê bijardeya qedexekirina veguhestina petrola rûsî bi rêya deryayan jî were nirxandin û ji bilî Amerîka welatên din ên G7an jî bo wê biryarê hatin vexwendin.

Dîsa biryar hatiye wergirtin ku heta dawiya sala 2022yan ji bo hin berhemên îstisnaî, bikaranîna sotemeniya fosîl bi temamî were birîn û heta sala 2035an jî di keşûhewaya cîhanê de bigihin asta ‘sifir karbonê’.