
PeyamaKurd – Tirkiye ji bo endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê erê bike, îşaretê bal bi meha temmûza sala 2023an de da û li ser îşareta Tirkiyê dewleta Macaristanê jî tewrê xwe guhert û got ku berya sibatê wê endamtiya her dû dewletan nekeve rojeva meclisa Macaristanê. Paşdexistina endamtiya her dû dewletan ya ji bo NATO yê ji aliyê serokwezîrê Macarsitanê Viktor Orban de hat kirin.
Ji bo Îsweç û Fînlandiya bibin endamên NATO yê, herî kêm erêkirina parlementoyên 30 dewletên endamên NATO yê pêwiste. Heya niha erêkirin ji meclisa Tirkiyê û Macaristanê derneketiye. Serokwezîrê Macaristanê Orban, ragihandina xwe piştî civîna grûba Vişegradê ya li Slovakyayê kir û ji bo rojnamevanan weha got:
“Me di mijarê de agahiyê da Îsweç û Fînlandiyayê. Macaristan destekê dide endamtiya NATO yê ya her dû dewletan. Em ê di civîna ewilî ya sala bê de, li ser mijarê biaxifin.”
Bi îhtîmaleka mezin wê meclisa Macaristanê di meha sibata sala 2023an de bêkirin.