image

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo tevlî merasima cenazê serokkomarê Çadê Idriss Itno bibe, roja înê diçe payîtexta Çadê Encemîneyê.

Serokê Çadê İdris Deby Itno, ji sala 1990 an heya îro Çadê birêve dibe. Di 19 ê nîsanê de ji aliyê tevgera Guherandin û Lihevkirinê ya Çadê de (FACT), di cepha şer de birîndar bûbû.

Tevî ku Rêxistina li dijî hukumetê FACT ê hişyarî daye temamê serokên dewletên dinyayê da tevlî merasima cenaze nebin jî, berdevkê hukumeta Fransayê Gabriel Attal ragihand ku dê Macron tevlî merasima cenaze bibe.

Li payîtexta Çadê li baregeha leşkerî ya Fransayê 5 hezar û 100 leşkerên Fransayê hene.