
PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Macron serdana girava Korsîka ya bi ser Fransayê ve kir û pêşniyara xweseriya giravê kir.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron di axaftina xwe ya li Parlamentoya Korsîka ya li Ajaccioyê de ragihand ku ev “kêliyeke dîrokî” ye û pêşniyar kir ku Korsîka bi Destûra Bingehîn a Fransayê ve bê girêdan û xweserî ji giravê re bê dayîn.”
Macron di dewamê de jî got ku ev biryar wê ne li dijî dewletê be, ne jî bê dewlet be û diyar kir, “Statûko wê têkçûna me hemûyan be.”
Serokomarê Fransayê da zanîn ku ‘qonaxa nû wê Korsîkayê bi temamî bi Ewropayê girêbide’ û “şeş meh” da parlamenterên Korsîkayê ku li ser “metneke destûra bingehîn” li hev bikin.
Herwiha Macron xweserî weke ‘jesta pêwîst a naskirinê’ dît û weke bingeha “avakirina pergaleke ku hurmetê nîşanî rastiya giravê û Derya Spî dide” şîrove kir.
Serokkomarê Fransayê got: “Ez alîgirê naskirina taybetiyên civaka girava Korsîkayê di xaleke xweser a Destûra Bingehîn de me. Ez alîgirê wê me ku weke civakeke giraveke dîrokî, zimanî û çandî bê naskirin.”
Macron dawiyê jî got: “Ev hilbijartin bijardeya ku ciwanên me heq dikin, da ku nifşên paşerojê karibin vê dewlemendiyê bi hêza Korsîkayî û Fransîbûnê re bikin yek.”
Hêjayî gotinê ye, Korsîka xwedî statuyeke taybet e, meclîsa bajêr heye û ev meclîs derbarê karên navxweyî yên giravê de biryaran dide.