PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitriy Medvedev diyar kir ku heger welatên rojava çekên nukleerî bidin Ukraynayê, dê Rusya "êrîşa pêşîlêgirtinê" bike.
Dmitriy Medvedev, di serdana xwe ya Viyetnamê de ji rojnamevanan re axivî.
Dema Medvedev qala Ewropa û Amerîkayê kir; îdia kir ku di rewşa heyî de ew ê balafiran bidin Ukraynayê û dikarin çekên nukleerî jî bidin.
Medvedev di dewama axaftina xwe de got, "Lê belê wê demê ev tê wê wateyê ku moşekekên bi tîpa nukleerî dê bi ser wan de were. Di şer de qanûnên ku nayên vegerandin hene. Heger mijar bibe çekên nukleerî, divê êrîşek pêşîlêgirtinê were kirin. Anglo-Saksonan bi tevahî ji vê yekê ne haydar bûn. Wan bawer dikir ku ew ê negihîje wê rewşê. "Di bin şert û mercan de dê ev yek pêk were."