image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Îran hewl dide derbarê pêşxistina pêwendiyan de rêkeftineke 5 salî li gel hikûmeta Iraqê îmze bike.

Wezîrê kar ê Îranê Mihemed Şerîetmedarî ji bo serdaneke fermî îro Yekşemê gihîşt paytexta Iraqê Bexdayê.

Aajansa İRNA ya Îranê daye xuyakirin, Mihemed Şerîetmedarî ragihandiye: “Îran hewl dide rêkeftineke 5 salan bo bihevguhertina destê kar ê kêrhatî û dîtina derfetên kar bo hemwelatiyên hev li gel Iraqê rêkeftinekê îmzê bikin.”

Şerîetmedarî gotiye ku li gor rêkeftinê herdu welat dikarin şirketên hevbeş ava bikin, ku pêwendiyên aborî yên Bexda û Tehranê bihêztir bikin.

Mihemed Şerîetmedarî daye zanîn ku pêşxistina pêwendiyên Tehran û Bexdayê yên derbarê kar de, mercê serekî yê bicihanîna siyaseta nû ya Îranê ye ku ew jî siyaseta vekirina bazarên welatên cîran ji berhemên xwe re.

Şerîetmedarî eşkere kiriye, demek dirêj e welatê wan kar li ser îmzekirina rêkeftineke 5 salan ya derbarê bihevguhertina destê kar ê kêrhatî li gel wezareta kar a Iraqê dike.