image

PeyamaKurd – Di demeke ku êrîşên asmanî û topbaranên Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê dewam dikin de, hat îdiakirin ku Amerîkayê ji bo rawestandina êrîşan pêşniyarek pêşkeş kiriye. Li gorî wê pêşniyarê wê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heta kûrahiya 30 kîlometreyan ji sînoran vekişin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha jî ew daxwaz kiribû.

Li gorî nûçeya rojnameya Hurriyet a Tirkiyê ku dispêre jêderekî navê wî nehatiye dayîn, Amerîkayê ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê, pêşniyarek pêşkêşî Tirkiyê kiriye.

Hatiye gotin ku Amerîkayê pêşniyar kiriye li hember Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 30 kîlometreyan ji sînorê bi Tirkiyê re dûr bikeve, Tirkiye operasyona xwe li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê rawestîne.

Hatiye diyarkirin ku Balyozê Amerîka yê li Enqerê Jeff Flake ev pêşniyar di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar re de kiriye û ti hurgilî derbarê pêşniyarê de nehatine dayîn.

Hêjayî gotinê ye, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî di civîneke rojnamevanî de gotibû, “Amerîka û Îran li dijî operasyona Tirkiyê ne. Niha Amerîka ji bo rawestandina operasyonan ligel Tirkiyê di gotûbêjan de ye.”

Li aliyê din, li gorî raporên medyayî çend roj berê jî heyeteke rûsî li balafirgeha Qamişlo bi berpirsên HSDê re civîneke pêk aniye û pêşniyar kiriye HSD xwe 30 km ji sînorê bi Tirkiyê re dûr bixe ku ev pêşniyar jî ji aliyê HSDê ve hatiye red kirin.