
PeyamaKurd – Îro di meclisa Tirkiyê de di navbera AKP û İYİ partî de pevçûn derket û parlementerê İYİ partiyê yê bi navê Hüseyin Örs birîndar bû û wî birin nexweşxanê. Di wexta pevçûnê de seroka giştî ya İYİ partiyê Meral Akşener li meclisê nîn bû. Piştî mijarê hîn kir, çû nexweşxanê seredana parlementerê partiya xwe Hüseyin Örs. Akşener weha got:
“Ti kulmekî bê exlaq nikare me ji rêya heq û heqîqetê veqetîne.”
Îro di meclisa Tirkiyê de di wexta li ser budça salane ya wezaretan de, di dema axaftinan de parlementerê AKP ê Zafer Işık kulmekî li parlementerê İYİ partiyê li Hüseyin Örs xist. Örs birîndar bû û biribûn nexweşxanê û seroka giştî ya İYİ partiyê Meral Akşener seredana nexweşxanê kir.
Akşener ragihand ku ew seredana parlementer Örs kiriye, êrîşê û bê rêziya li hemberê partiya xwe bi tundî şermezar kir û got; Ti kulmekî bê exlaq nikare me ji rêya heq û heqîqetê veqetîne.