image

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê îro li Fîlîstînê bi serok Fîlîstînê Mehmûd Ebbas re hevdîtin kir. Çavuşoğlu piştî tevlî civîna komîta hevbeş ya wezîrê karên derve ya Tirkiyê û Fîlîstînê bû, li Ramallahê bi Mehmûd Ebbas bi serokê dewleta Fîlîstînê re hevdîtinekî kir.

Çavuşoğlu piştî hevdîtina bi Fîlîstîniyan re wê sibê bi serokwezîrê Îsraîlê bi Yair Lapid re hevdîtinekî pêk bîne. Çavuşoğlu wê li Îsraîlê li ser mijarên herêmê û têkiliyên duqolî biaxifin. Seredana fermî ya wezîrê Tirkiyê piştî 15 salan bi şûn de pêk tê.