image

PeyamaKurd – Li Derya Reş li bajarê Samsunê li navça Çarşambayê mînîbusa ku karkerên bindeqan hildigirt wergeriya û di encamê de 13 karker birîndar bûn. Di nav kesên birîndar bûne de 10 jin hene. Qeza bi sedema ajotvan kontrola mînîbusê ji dest derket çêbû.

Di qezayê de Saffet Ç., Fatma A., Hava G., Mahircan Ç., Gülpembe G., Zahide G., Temel G., Hanife G., Cansu G., Merve G., Menekşe T., Gamze Y. û ajotvanê mînîbusê Uğur G. birîndar bûn.

Li ser qezayê gelek tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê. Piştî mudaxeleya ewilî birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navçeya Çarşambayê. Ji aliyê mirinê ve ti talûka birîndaran tineye.