image

PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Mithat Sancar, derbarê êrîşa ser avahiya HDPê ya Îzmîrê de ku xebatkara partiyê Denîz Poyraz bi guleyan hat kuştin, daxuyanî dan.

Mithat Sancar li avahiya navenda HDPê ya Enqerê di civîneke rojnamevanî de li ser êrîşê diyar kir, desthilata Tirkiyê berpirsyarê êrîşa îro ye û bang li hemû partiyan kir bi yek helwestê bertek nîşan bidin.

Sancar got “Ez bang dikim ku hemû partiyên li nav û derveyî parlamentoyê di asta serkirdeyan de bicivin û bûyerê binirxînin û helwesteke yekgirtî nîşan bidin.”

Hevserokê HDPê tekez kir û got “Em dê bi hemû rêyên demokratîk û li ser sindoqên hilbijartinê, hesabê van bûyeran ji aliyên berpirsyar bixwazin.”

Mithat Sancar destnîşan kir, “Divê êdî her kes bizane û zelaltir bêje, ku armanca vê êrîşê ne tenê HDP ye.”

Sancar bal kişand ser ku li gorî bernameya wan, îro civîneke wan a mezin li Îzmîrê hebû, lê wan ew civîn bipaş xistibû û got, "Eger me civîna xwe ya 40 kesî bi paş nexistiba, wê komkujiyeke mezin bihata kirin."