image

PeyamaKurd - Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, êrîşa moşekî ya 13ê Çileya 2022yan bi ser navçeya Kesk a Bexdayê û Balyozxaneya Amerîkayê bibîr xist û got, ew êrîşên plangerî ango komplo ne.

Sedir ragihand, “Hin alî bangeşeya berxwedanê dikin, herwiha bangeşeya lêdana Balyozxaneya Amerîkayê dikin li navçeya Kesk, lê derbên wan kesên sivîl, jin û zarokan û sembola zanist û perwerdeyê dikin armanc.”

Muqeteda Sedir li ser hesabê xwe yê Twitterê êrîşên ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê "wek plangêrî" bi nav kir û got: “Yên ku van êrîşan dikin, ji bo paşxistina derketina Amerîkayê li Iraqê dikin û hincetan ji Amerîkayê re çêdikin, daku çekan bikar bîne û çarenivîsa gel jî di destê wan de bimîne.”

Sedir li ser gotinên; “eger hêza dagîrker nemîne, hebûna wan jî namîne”, bal kişand ser aliyên êrîşkar û diyar kir, “Lewra hewl didin astengiyan li pêşiya rêbaza me çêbikin ji bo derxistina wan bi rêya Encûmena Asayişê û Neteweyên Yekgbûyî û bi rêyên navdewletî û rêkarên qanûnî.”

Di dawiyê de jî Muqteda Sedir gotiye, divê dengê tundûtîjiyê bê bêdengkirin ku gel û dewletê dixe ber metirsiya têkdana ewlehiyê.