image

PeyamaKurd – NATO bi tevlîbûna 250 balafirên ji 25 welatan li Almanya tetbîqata hewayî dike ku tetbîqat di dîroka NATO de ya herî mezine. Tetbîqat bi navê ‘Air Defender 2023’ di rojên 12-13 Hezîranê de têkirin. Tetbîqat ji bo medyayê li baregeha leşkerî ya Jagelê ku li Almanya ye hat danasîn.

Di tetbîqatê de ji 10 hezarî zêdetir kes wê cîh bigrin. Generalê hêzên hewayî yê Almanya korgeneral Ingo Gerhartz li baregehê ragihand ku amadekariya tetbîqatê temam bûye û amade ne roja duşemê dest bi tetbîqatê bikin.