image

PeyamaKurd- Rayedarên NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihandin ku ew biryara Rusyayê ya danîna çekên nukleerî yên taktîkî li Belarusê wekî "bêberpirsiyarî" dibînin.

Berdevka NATOyê Oana Lungescu, di daxuyanîya ku parve kir de got ku “Gotinên nukleerî yên Rusyayê xeternak û bêberpirsiyarî ye. NATO hişyar e. Em rewşê ji nêz ve dişopînin. Me tu guhertinek di helwesta navokî ya Rusyayê de nedîtiye ku hewce bike ku em helwesta xwe biguherînin."

Lungescu bal kişand ku gotinên Rusyayê yên di derbarê parvekirina nukleerê ya NATOyê da şaş in û destnîşan kir ku hevalbendên NATOyê sozên xwe yên navneteweyî bi cih tînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Rusya, bi rawestandina beşdarbûna xwe ya di Peymana Nû ya START de gelek caran sozên xwe yên kontrolkirina çekan binpê kiriye. Divê Rusya demildest sozên xwe bi cih bîne û bi dilsozî tevbigere.”

Ji YEyê, peyama dorpêçan hat dayîn

Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî di ser medyaya civakî re bertek nîşanî Rusya û Belarûsê da.

Borrell got, "Mazûvaniya Belarusê ya çekên nukleerî yên Rusî, zêdebûneke bêberpirsiyarî ya aloziyan û metirsiyeke li ser ewlekariya Ewropayê ye. Belarus hîn jî dikare vê yekê rawestîne. Ev biryara wan e. YE amade ye ku bi tedbîrên zêde bersivê bide.”