image

PeyamaKurd – NATOyê bangewazî li Rûsyayê kir ku peymana START a kêmkirina fuzeyên nukleerî yên balîstîk ên parzemînî bicih werîne.

Di daxuyaniya NATO de hatiye diyarkirin ku peymana START a kêmkirina çekên stratejîk alîkariyê dide îstiqrar û aramiya navnetewî û divê ji aliyê Rûsyayê ve berpirsiyariyên peymanê werin bicihkirin.

Peymana START1 cara yekem di navbera Amerîka û Yekîtiya Sovyetê de sala 1991ê hatibû îmzekirin û piştre jî START2 di sala 1993yan de bi Federasyona Rûsya re hatibû îmzekirin.

Amerîka û NATO diyar dikin ku Rûsya li gorî peymanê tevnagere li şûna kêmkirina çekên stratejîk ên nukleerî wan zêde dike.