image

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta bergiriyê yê Amerîkayê Ned Price ragihand ku di mijara F-35 an de, ji bo pirsgirêk çareser bibe, bi Tirkiyê re şêwrên Amerîkayê dewam dikin. Ragihandina Price li ser ku Erdoğan gotibû Amerîka di bedela perê ku Tirkiyê ji bo bernama F-35 an daye Amerîkayê, perê bi miqdarê 1 mîlyar û 400 mîlyon dolarî, Amerîka teklîf kiriye ku di bedela pere de, balafirên F-16 yan bifroşe Tirkiyê, hat kirin.

Price, ragihandina xwe di civîna çapemeniyê ya rojane de kir. Firotina sîlihên ku ji bo Tirkiyê hatiye pêşniyarkirin an Tirkiyê xwestiye bikire, heya trasnfera wan, şandina ji bo kongrê û heya kongre qebûl neke, wezaret nikare bêje erê û Price weha dewam kir:

“Eger em behsa Tirkiyê bikin, em qedrekî mezin didin Tirkiyê ku hevkarê me yê NATO ye. Hevkarekî NATO yê yê girînge. Têkiliyên me yê duqolî û kûr hene û ji wexteka dirêj de heye. Mijara şiyana xebata Tirkiyê bi NATO yê re mijareka me ya li pêşe.

Wezareta bergiriyê ji bo pirsgirêka F-35 an çareser bibe, bi Tirkiyê re şêwrên xwe dewam dike. Rêvebirên Tirkiyê ji bo raya giştî gotin ku bi kirîna F-16 yan eleqedar dibin. Me teklîfeka weha û di derbarê finansmana wê de li Tirkiyê nekiriye.”