image

PeyamaKurd – Almanya di konseya mafên mirovan ya Neteweyên Yekgirtî de ji bo rewşa mafên mirovan ya li Îranê danûsitendin bikin, bi daxwaza xwe û bi desteka 49 endamên NY civînekî çêkir. Di civînê de bang li rêvebiriya Îranê kirin ku daxwaza wekheviya xelkê bidin ber çav.

Di civînê de hat gotin ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jimara cezayên îdamê ji 400an derbas kiriye û 85 mehkûm li ber îdamê ne. Her diçe rewşa mafên mirovan xerabtir dibe. Di civînê de komserê bilind yê mafên mirovan yê NY Volker Türk weha got:

“Em di nav krîzekî bi temamî de ne. Dema ez wêneyên  wan zarokên tên kuştin dibinim, jinên ku di kolanan de lêdanê dixwin û mirovên ku tên didardekirin dibînim, dilê min dêşe.”

Di civînê de hat gotin ku hêzên Îranê li hemberê çalakvanan hêzekî zêde û nerewa bikartîne û divê dev ji şiddetê berde. Civîn her weha qebûl kir ku komîsyonekî lêkolînê ava bikin da li Rojhilat û Îranê îhlalkirina mafên mirovan vekolin û bi piraniya dengan hat qebûlkirin.

Di konseyê de celseyekî taybet hat lidarxistin û li ser îhlalên mafên mirovan yên ji 16 êlûnê ku bi protestoyên bi navê keça Kurd Jîna Emînî li Rojhilat û Îranê destpêkiribûn û heya niha hatine axaftin kirin. Avakirina komîsyonê xistin ber dengdanê û 25 dengên erênî bi beranberê 6 dengên neyînî hat qebûlkirin.

Li Cenevreyê li ber baregeha NY ji sed kesî zêdetir mirov civiyan, bertekê nîşanî mudaxeleyên hêzên asayîşa Îranê dan û xwestin Îranê ji konseya mafên Mirovan derbixin.