image

PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyê bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen nava hefteyê serdana Şamê dike.

Li gorî ragihandina Rojnemaya El-Wetan a girêdayî rejîma Sûriyê, ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên diplomatîk ên Şamê, Geir Pedersen roja Sêşemê serdana Şamê dike û bi Wezîr Derve yê Sûriyê Feysel El-Mîqdad re dicive.

Li gorî zanyariyan wê Geir Pedersen bi Feysel re derfeta lidarxistina gera heftemîn a civînên komîteya guhartina destûr gotûbêj bike.