image

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî di derbarê bikaranîna teknolojiya dîjîtal ya di roja me de daxwuyaniyekî nûh da. NY got ku teknolojiya dîjîtal bi armancên leşkerî, siyasî, hem ji aliyê dewletê de û hem ji aliyê aktorên derveyê dewletê de, ji sala 2015 an heya roja me (îro) ku di warê xerab de tê bikaranîn, 4 car zêdetir bûye.

Cîgira sekreterê giştî ya ji karê siyasî berpirs Rosemary di Carlo di Konseya Ewlehiyê ya NY de, di brîfîngekî de ragihand ku teknolojiya dîjîtal di her seha jiyanê de derfetên bêsînor da mirovan lê talûkeyên nû jî afirand. Di Carlo li ser mijarê behsa endîşeyên xwe jî kir û got:

“Teknolojiya dîjîtal bi armancên leşkerî, siyasî, hem ji aliyê dewletê de û hem ji aliyê aktorên derveyê dewletê de, ji sala 2015 an heya roja me (îro) ku di warê xerab de tê bikaranîn, 4 car zêdetir bûye. Di heman wextî de sîlihên otonom yên kujer di bikaranîna hêzê de, di derbarê berpirsiyariya mirov de, hinek pirsan dixe rojevê.

Ew makîneyên ku bê têkoşîna mirovan can dikujin, ji aliyê siyasî de nayê qebûl kirin û ji aliyê exlaqî de jî kirête. Divê ev makîneyên han ji aliyê hûqûqa navdewletî de bên qedexekirin.”