image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Desteya Danûstandinan a Opozîsyona Sûriyeyê (Îtilaf) Bedir Camûs gotiye, ew wekî opozîsyona Sûriyeyê amade ne danûstandinên rasterast bi rejîma Sûriyê re li ser hemû dosyeyan bikin.

Li gorî ajansa Sputnik a rûsî Camûs herwiha diyar kiriye, Desteya Danûstandinan di wê baweriyê de ye ku çareseriya siyasî bingeh bigire û biryara 2254 ya Netewên Yekbûyî ya derbarê agirbest û lihevkirina siyasî bijardeya wan e.

Hêjayî gotinê ye, Camûs ev daxuyanî piştî civîna opozîsyona Sûriyê ya li bajarê Cenevê yê Swîsreyê daye ku gotibû, divê dersan ji şaşîtiyên berê werbigirin. Beriya niha opozîsyona Sûriyê ji bo danûstandinên bi rejîmê re daxwaza qonaxa veguhestinê bo Sûriyê dikir ku Beşar Esed di pêşeroja Sûriyê de cî negire.

Li aliyê din, Desteya danûstandinan a opozîsyona Sûriyê, ji vegera Şamê bo Komkara Erebî nîgeran e ku dibe, rejîm bijardeya çareseriya siyasî red bike.